Bi diruşma ‘Girîngiya yekitiyê wek çekê û helwestekê li dijî dijminên gelên herêmê ye’ MSD’ê li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê panelek li dar xist.
Di panelê de gelek nûnerên Meclisa Herêma Rojava, partiyên siyasî, nûnerên jin û gelek rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Dêrazorê Enes El Merfoi di panelê de li ser girîngiya hevgirtinê di navbera pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got:
“Gelê Dêrazorê li dijî komployên li ser herêmê bû mertal û mafên her kesî daye û hişt xelkê herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Projeya Rêveberiya Xweser projeya girîng e, ji ber ku çanda demokratîk û pirreng belav kir.”
El Merfoi her wiha balkişand ser girîngya panêlê û diyar kir ku lidarxistina panelan nêrînan nêzî hev dike û valahiya di navbera gel û rêveberiyê de dadigire.