Mazlûm Ebdî: lihevkirina Emerîkî-Tirkî dê bibe sedema qirkirineke di n a Kurdan

Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî gumana xwe bi planên veşartî yên di navbera Emerîka û Tirkiyê de dibe ku pêk were tîne ziman.
Ebdî barê qirikirineke nû ya Kurdan girt ser Emerîkayê û got,
Lihevkirina Tirkî- Emerîkî wê bibe sedema kuştin û koçkirina bi milyonan Kurd ya di sedsala 21’an de.

Dê qirkirineke Kurdan pir mezin çêbibe, ev jî li pêşberî çavên artêşa Emerîki ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî wiha ji televîzyona NBC a Emerîkî re axivî.

Beriya 12 rojan dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser bakurê Sûrî piştî vekişîna hêzên Eemrîkî da destpêkirin.

Piştî wê bi çend rojan jî, şandeyeke Emerîkî hat Enqereyê, lihevkirinek girêda û agirbest di navbera Tirkiye û QSDê de ragihand.

Fermnadar Mazlûm Ebdî dibîne ku ev lihevkirina ku Emerîka û Tirkiyê gihaştinê, dê bi milyonan Kurd bikuje û bi milyonan kes ji cih û warên wan koç bike.

MAZLÛM EBDÎ:
EV QIRKIRIN BERPIRSYARTIYA EMERÎKA YE.. EGER BIXWAZE ANIHA DIKARE RAWESTÎNE

Ebdî anî ziman ku ev agirbest wê qirkirineke nijadî pir mezin a Kurdan di sedsala 21’an de pêk bîne, ev jî dê li pêş çavên artêşa Emerîkî be.

Her wiha Ebdî teqez kir ku ev yek berpirsyartiya Emerîka ye.. Emerîka berpirsa her tiştê ku çêdibe ye û got:

Ji ber di şerê li dijî DAIŞ’ê de, me 5 salan baweriya xwe da wê.. Eger Emerîka bixwaze.. aniha dikare vê qirkirinê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button