Bijîşkên nexweşxaneya Qamişlo: Rewşa birîndarên di kerwanê Serê Kaniyê birîndar bûne xerîb e

Di encama bikaranîna çekên qedexekirî yên dewleta Tirk de gelek sivîl birîndar bûn.
Ev mijar di rayagiştî ya cîhanê de jî ketibû rojevê û li gorî nîşaneyan tê diyarkirin ku çeka fosfora spî hatiye bikaranîn.
Gelek kesên di encama çekên kîmyewî de birîndar bûne li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin.

Yek ji van kesan jî şêniyê ji pêkhateyê Ereb Malik Seed Maaş ê ji bajarokê Til Koçer.

Malik Seed Maaş jî 13’ê Cotmehê dema berê xwe dan Serê Kaniyê ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hatibûn hedefgirtin.

Bizîşkên nexweşxaneyê jî gotin, ev çekên hatine bikaranîn di qada naventewî de qedexe ne.

Bijîşkê nexeşxaniya Qamişlo Îbrahîm Îbarahîm diyar kir ku rewşên tîn nexweşxaneyê gelek xerîb in.

Leave a Reply

Back to top button