Li Yemenê, hewldaneke êrîşê ya “komên Hûsiyan” ji aliyê Koalîsyona Erebî ve bêbandor bû.
Koalîsyona welatên Erebî ragihand ku komên Hûsî 2 keşteyên bombebarkirî ku ji bo êrîşekê ji bajarê Hudeydayê şandibûn, hatin bêbandorkirin..
Koalîsyonê da zanîn ku, êrîşên Hûsiyan yên li ser rêyên deryayî û yên bazirganiya cîhanî berdewam in.
Duh jî li gorî hat ragihandin, Hûsiyan 2 dronên bombebarkirî ber bi herêmê başûrê Siûdiyê ve berdan, lê dîsa jî hatin bêbandorkirin.