Cemîl Bayik: Divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn xurtir bibe

Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê azadî û demokrasiyê dimeşîne, lewre her agahiyeke der barê jiyana Rêbertiyê de, cidî tê dîtin. Bayik bang li gelê Kurd, dost û azadîxwazan kir ku çalakiyan li her deverê xurtir bikin û li Rêber Apo xwedî derkevin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan tev li Bernameya Taybet a Stêrk TV bû.

Cemîl Bayik anî ziman ku li dijî Rêber Apo hêzên navdewletî siyasetekê qirkirina Kurdan dimeşînin ku li cîhanê ti rêber rastî siyaseteke wiha nehatiye.

Bayik da zanîn ku li Îmraliyê şerekî derûnî tê meşandin û got:

“Têkildarî Rêber Apo, mijar çi dibe bila bibe. Ji bo me û gelê me cidî ye. Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne, lewre her agahiyeke der barê jiyana Rêbertiyê de, cidî tê dîtin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku, ne tenê desthilatdariya AKP-MHP, hêzên navdewletî yên ku pergala Îmraliyê ava kiriye, Konseya Ewropayê, CPT, DYE, Brîtanya û Israîl ên komploger jî ji vê siyasetê berpirsiyar in.

Cemîl Bayik bal kişand ser cejina Newrozê û kombûna gelê Kurd li dora agirê piştgiriya Rêberê tevgera azadiyê Rêber Apo û axivî:

“Gelê me siyaseta li dijî Rêber Apo qebûl nake. Ev yek di Newrozê de eşkere bû. Da tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, divê gel û dostên me têkoşînê mezintir bikin.”

Peyama Newrozê ne tenê hemberî Tirkiye û AKP-MHP’ê bû.

Bayik da zanîn ku Kurdan di Newrozê de peyam da Kurdên xayin ên ku digel dijminan tev digerin û dixwazin derveyî Rêber Apo û PKK’ê gav werine avêtin.

Rêber Apo gotibû: “eger hûn ji bo xwe tiştekî bikin, ez ê li vê zindanê nemînim.”

Gelê Kurd jî di Newrozê de ev peyam nîşan da, ku derveyî Rêber Apo û PKK’ê li Tirkiyê ti çareserî pêkan nîne..

Li ser vê yekê, hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevdîtina xwe de bang li gelê Kurd û dostên azadîxwazan kir ku çalakiyan bi xurtî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Back to top button