Fermandeyê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî dadgehkirina şervana (YPJ) Çîçek Kobanî bi ya derqanûnî bi nav kir.
Mazlûm Ebdî der barê darizandina şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Çîçek Kobanî de got:
Çîçek Kobanî sala 2019’an ji axa Sûriyê hat revandin û li dadgehên Tirkiyê cezayê heta hetayê lê hat birîn. Ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Fermandar Ebdî her wiha bi bîr xist ku Çîçek Kobanî ne qurbana yekemîn e û bi dehan kesên mîna wê hene..
Di vê der barê de, Mezlûm Ebdî teqez kir ku doza Çîçek û rêhevalên wê heta ku wan bi saxî û selametî vedigerînin, dê doza wan be.
23 Adarê li dadgehên Tirkiyê, cezayê girankirî yê heta hetayî li şervana YPJ’ê Çîçek Kobanî hat birîn.
اختطفت ابنة كوباني جيجك من الاراضي السورية عام ٢٠١٩، و حكم عليها بالمؤبد في المحاكم التركية. ما ينافي القوانين الدولية.
جيجك ابنة كوباني ليست اول من تعرض لهكذا انتهاك. قضية جيجك و رفاقها قضيتنا التي سنعمل عليها لغاية اعادتهم سالمين.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 27, 2021