Xaça Sor a navdewletî banga wergirtina welatiyên xwe yên kampa Holê kir

Ne tenê ji bo herêmê, Kampa Holê bûye gefeke mezin li ser ewlehiya tevahiya cîhanê, lewra li gel bêdengiya welatên van DAIŞiyan, bangên navdewletî zêde dibin.. Xaça Sor a navdewletî bang li welatên cîhanê dike ku welatiyê xwe yên malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê wergirin.
Rêvebera rêxistina Child Focus jî dibêje, divê hemû welatên YE zarokên xwe yên li kampê vegerînin.

Komîteya navdewletî ya Xaça Sor, bang li welatan kir, ku 62 hezar welatiyên xwe yên malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê wergirin.

Serokê Komîteyê Peter Maurer, piştî serdana xwe bo kampê diyar kir, ku bi hezaran zarok li kampa Holê û kampên din hene û piraniya wan sêwî yan jî dûrî dê û bavên xwe dijîn.

Maurer banga bidawîanîna vê trajediyê û wegirtina van kesan kir.

Rêvebera Cîbicîkar a Rêxistina Child Focus Heidi De Pauw jî ku di nava 2 salên borî de, 3 caran serdana kampa Holê kiriye, derbarê mijarê de dibêje:

“Rewş li kampa Holê ji kontrolê derketiye, hêvîdar im hemû welatên Yekîtiya Ewropayê zarokên xwe yên li kampê vegerînin.”

Berî 4 rojan bangên bi heman rengî ji aliyê Human Rights Watch jî hebûn, ku demildest welatên cîhanê ji bo vegerandina DAIŞiyên xwe bilivin..

4’ê Adarê, serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo ragihandibû, ku li van kampan, terorîstên siberojê hene.

De Croo helwesteke berbiçav di nava Ewropayê de nîşan dabû û teqez kiribû ku ew ê her tiştî ji bo vegerandina zarokên Belcîkî yên li jêr 12 salan bikin, her wiha ew ê li ser rewşên dayîkan jî, yek bi yek bisekinin

Li kampa Holê bi deh-hezaran koçber û derbeder hene, ji wan jî bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bêhtirî 60 welatên cîhanê hene.

Piraniya van welatan jî wergirtina welatiyên xwe red dikin û sedema vê yekê bi ewlekariya xwe ya niştimanî ve girê didin.

Back to top button