Tevî ragihandina agirbestê jî, bombebaran û topbarana rejîma Sûrî û çeteyên opozîsyonê ranewestiyane.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro nêzî 450 moşek ji herdu aliyn ve hatine avêtin.
Ev yek piştî ragihandina agirbestê bi 3 rojan tê.
Li gorî çavdêriyê, hêzên rejîmê gelek dever li bakurê gundewarê Hemayê û li başûrê gundewarê Idlibê bombebaran kirin.
Her wiha komên çete bi dehan moşek avêtin deverên li jêr kontrola rejîmê li devera Silinfê li gundewarê Laziqiyê.
Di encamê de, 3 sivîl li bajarokê Bidama ya li herêma bêçek jiyana xwe ji dest da û 2 zarok birîndar bûn.
Her wiha gelek sivîl li Zekatê jî birîndar bûn.
Berî 3 rojan hikumeta Şamê agirbest li Idlibê ragihand, lê belê çeteyên dewleta Tirk ev yek qebûl nekir.
Der barê mijarê de, wezîrê derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian got:
Agirbestên berî vê, pêk nehatin.. em texmîn dikin ku wê Rûsya desthilata xwe li Sûriyê bi kar bîne da agirbest li Idlibê pêk were.