Li Cebel Zawiyê kuştî û birîndarên hêzên hikûmetê û çeteyan çêbûn

Hêzên hikûmeta Şamê hewl didin li başûrê Idlibê bi pêş ve biçin û bêtir herêman kontrol bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê piştî nîvê şevê hewl dan li aliyê Fitêra yê başûrê Idlibê bi pêş ve biçin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk rê li ber wan girt û şerekî dijwar di navbera her du aliyan de derket.

Di encamê de birîndar û kuştî çêbûn.

Her wiha hêzên hikûmetê, çeteyên li herêmên San, Mecdeliya, Riwîha û Bînînê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê çeteyan li herajê Bînînê leşkerekî hikûmetê sîuqast kir û kuşt.

Back to top button