Ji ber Coronayê rûniştina duyemîn hat taloqkirin

Li Cinêvê hevdîtinên Komîteya Destûra Sûrîyê ku wê îro pêk bihata, ji ber vîrûsa Coronayê hat taloqkirin.

Hat ragihandin ku piştî testên koronayê ji beşdarên civînê re hatin çêkirin, rewşên pêketina bi Coronayê derketin.

Hat zanîn ku nava her şandeyekê de kesek bi vîrûsê ketiye ango bi giştî 3 kes di nava beşdaran de bi vîrûsê ketine .

Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî rûniştina duyemîn taloq kir.

Tê zanîn ku komîteya destûra Sûrî ji şandeya Hikûmeta Şamê, opozisyona Sûrî û şandeyeke civaka sivîl pê tê.

Vê carê jî wek yên derbasbûyî, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê tabet bo Sûriyê ji ber vetoya dewleta Tirk nûnerên bakur ûrojhilatê Sûriyê tevlî nîqaşên qaşo destûra Sûrî nekirin.

Back to top button