
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê û derdora wê, Aqîba û Bênê yên navçeya Şêrawaya ya Efrînê û gundê Dêr Cemal ê navçeya Til Rifet a Şehbayê bi obus û mûşekan topbaran kirin.
Hate ragihandin topbaran derengiya şevê dest pê kir û heta berbanga sibehê berdewam kir.
Heta niha têkildarî encam û ziyanên topbaranê de ti agahî nehatiye biparvekirin.
Di topbarana artêşa dagirker a herî dawî ya li ser Til Rifet yek jê zarok 5 sivîl birîndar bibûn.