NY: Jimara kesên bi birçîbûnê re di nava têkoşînê de ne gihişt 811 milyonî

Krîza Vîrûsa Corona jimara mirovên ku bi birçîbûnê re têdikoşinê dikin zêde kir.
NY ragihand ku li seranserê cîhanê jimara mirovên têr xwarinê naxwin gihişt 811 milyonî.
Ev dane jî dike ji sedî 10 yê jimara mirovan ya li seranserê cîhanê.

Vîrûsa Corona û germahiya kurewî ya li cîhanê, di nava demên dawiyê de salên herî zehmet bi xwe re dide jiyankirin.

Li gorî rapora xwarina cîhanî ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatî ragihandin, hejmara kesên birçî di sala 2020’an a weje sala Corona tê pênasekirin, gihişte 811 milyonî.

Di rapora ku li New York bi raya giştî re hat parvekirin de, hate gotin,

Jimara kesên li cîhanê bi têr xwarinê naxwin gihiştiye ji sedî 10.

Li gorî daneyên 2019’an, ev rêje ji sedî 1,5 zêde bûye.

Di lêkolîna de hatiye diyarkirin heta 2030’an, wê jimara kesên ku tenê ji ber vîrûsa corona birçî bimênin 30 milyon din zêde bibe.

Civaka navneteweyî jî armanc kiribû ku heta 2030’an birçîbûn bi dawî bike.

Ji sedî 20 welatiyên Afrîka bi birçîbûnê re rûbirû ne

Jimara kesên birçî dimênin li gorî sala derbasbûyî careke din herî zêde li Afrîka pêk hatiye.

Li Afrîka 282 milyon kes birçî dimênin.

Ev ji dike ji sedî 20 jimara kesên li cîhanê ku ji ber hejariyê nikarin têr xwarin bixwin.

Di demeke ku li Asya kesên birçî jimara wan gihiştî 418 milyonî de, ev dane li Amerîkaya Başûr û Karayipan gihiştiye 60 milyonî.

Li gorî nivîskarên rapor amade kirine, pandemiya coronayê ji sala 2014’an pê ve her ku diçe zêdebûna jimara mirovên birçîbûne jî zêde dibe.

Tê diyarkirin ku yek ji sêyan yekê nifûsa cîhanê nikarin li gorî pêwistiyê xwe bigihînin xwarinê.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku 150 milyon zarokên di bin 5 saliyê de ji ber kêm xwarinê, pêşketina laşê wan ya têrker pêk nayê.

3 milyar kes nekarîne xwe bigihênin xwarina ji bo tenduristiyê baş

Di raporê de, hate diyarkirin ku nêzîkê 3 milyar kes di sala corona (2020) de, bi taybetî ji ber bûhabûna pêdiviyên jiyanê, xwegihandina xwarina pêwist zehmetir bûye.

Di heman demê de tê gotin, newekheviya zayendî jî krîza heyî kûrtir kir.

Di warê xwegihandina xwarinê de jî jimara jinan ji ya zelaman zêdetir derket.

Ev rapora NY ji aliyê, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), Rêxistina Xwarin û Çandiniyê (FAO), Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Navneteweyî ya Pêşkeftina Çandiniyê (IFAD) ya girêdayî NY ve hatiye amadekirin.

Back to top button