Sed sal in hişmendiya qirker ya dewleta Tirk li dijî Kurdan dewam dike

Yek ji birînên herî kûr ya dîroka Kurdan jî komkujiya Geliyê Zîlan e. 90 sal berê dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî û bi hênceta ku serî hildane, bi dehan balafir û bi deh hezaran leşker êrîş bire ser herêma Geliyê Zîlan a li Erdîşa Wanê. Di komkujiya Geliyê Zîlan de pirraniya wan jin, zarok, kal û pîr bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Dewleta Tirk heta niha jî hesabê vê komkujiyê mîna yên din nedaye û hê jî êrîş û komkujiyên xwe yên li dijî Kurdan dewam dike.

Gelê Kurd di avabûna Komara Dewleta Tirk de bi roleke sereke rabû.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn û hilweşîna Împaratoriya Osmanî Tirk di nava zehmetiyên mezin de û bê çare mabûn.

Çar aliyên Tirkiyê ji aliyê Yûnan, Frnasiz û Îngilizan ve hatibûn dagirkirin.

Ji bo Rizgariya Tirkiyê ji van hêzan Ataturk li bajarên Sêwas û Erziromê destên rûspî û girêgirên Kurdan maç dike û alîkariyê ji wan dixwaze.

Lê di berdêla vê xwestina alîkariyê de gelek sozên dayîna mafên Kurdan jî dide.

Li bajarên mîna Dîlok, Riha û Mereşê Kurd şerekî mezin li dijî hêzên biyanî didin.

Tirkiye rizgar dibe û komar tê ava kirin. Lê sozên ji bo Kurdan tên dayîn yekcar tên ji bîr kirin.

Bi avabûna Komara Tirkiyê re siyaseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd jî kete meriyetê û Kurd weke dijminê sereke yê komarê hatin îlankirin.

Îngiliz û Tirkên ku dijminê hevbûn li dijî Kurdan bûne yek.

Êdî komkujiyên li dijî Kurdan destpê dikin. Êrîşên ku li dijî Şêx Seîd ku hatin dest pê kirin bi Agirî û Geliyê Zîlan dewam kirin.

Di 13’ê Tîrmeha 1930’î de dewleta Tirk bi 80 balafir û bi deh hezaran leşker êrîşê dibe ser herêma Geliyê Zîlan ya navçeya Erdîş a Wanê.

Dema ku li dijî Gelîyê Zîlan komkujî hat destpêkirin li li Agiriyê jî bi pêşengiya Ihsan Nûrî Paşa de berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk jî dewam dikir.

Di encama êrîşên dewleta Tirk de li gorî hin raporan nêzî 50 hezar kes hatin qetilkirin û li Geliyê Zîlan û herêmên derdorê zêdeyî 200 gund jî hatin şewitandin.

Pirraniya kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin jin, zarok, kal û pîr bûn.

Lê dewleta Tirk li pêş hemû cîhanê hovîtiya xwe weke ku serketineke mezin nîşan dida û digot, “Li Gelîyê Zîlan eşqîya û terorîst hatin tune kirin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên navnetewî heman polîtîkayên xwe yên qirker li dijî gelê Kurd îro jî dewam dike.

Back to top button