Di hemû şoreşan de yên herî zêde bedel didin bê guman şehîd û birîndarên şerin. Birîndara şer Mizgîn Idrîs dibeje ku ji bo armancên mezin berdêlên mezin pêwîst in. Xwedîderketina navê gazîbûn û şoreşê erke me ya sereke ye.
Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikeve salvegera xwe ya 9`emîn.
Destkeftiyên di 9 salan de hatine bidestxistin, ne bi hêsanî bû.
Xwediyê van deskeftiyan di serî de şehîdên nemir û pakrawanên zindî ne.
Rêber Abdullah Ocalan der barê şehîd û gaziyan de vê nirxandinê dike.
“Şehîd rêberên me yên manewî ne. Têgeha gazîbûnê ya ku qasî şehîdbûnê xwedî wate ye. Li ser şopa şehîdên mezin û pêşeng jiyan kirin layiqî we ye.”
Şervana YPJ`ê ya rûken û fedakar pakrawana zindî Mizgîn Idrîs ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye yek ji birîndarên şer e.
Mizgîn sala 2013`an tev li nav refên şoreşê dibe, gelek caran birîndar dibe û herî dawî bi felcbûna her du lingan dibe gaziya welatê xwe.
Mizgîn Idrîs: Meşa ber bi azadiyê ve xwedî wateyekî cuda ye
Mizgîn der barê beşdarbûna xwe di nav rafên şoreşê de wekî jinûve jidayîkbûnê pênase dike
Mizgîn Idrîs: Gazîbûyîn gaveke ber bi azadiyê ve ye
Mizgîn asta gazîbûnê wekî serbilindiyeke mezin dibînê û yek ji armanca wê yên sereke xwedîderketina li vê astê ye.
Mizgîn dibêje, xwedî li şoreşê, navê gazîbûnê derketin erka me ya yekemî ne û gava yekemîn ya ber bi azadiyê ve ye.
Mizgîn Idrîs banga yekitiyê û bidawîkirina hevkariya êrişan kir û wiha got: