Kanada..Cenazeyê 160 zarokên din li Kinîseyekê hatin dîtin

Li eyaleta British Columbia ya Kanada li dibistaneke Kinîseya razanê, cenazeyê zêdeyî 160 zarokên din yên bênav hate dîtin.

Li gorî nûçeya CBC ya Kanada, li Dibistana Razanê ya Kinîsa Grava Kuper ku li Gravên Bendava Başûrê welatin, gorên nediyar yên zêdeyî 160 kesî hatine dîtin.

Ev yek jî bi agahdarkirina xwecihiyên li First Nation ya cîran derket.

Di nûçeyê de hate gotin, derbarê goran de hûrguliyên din nehatine dayîn.

Her wiha, hate destnîşankirin ku mezinên eşîran xwecihî jî heta niha bersîva daxwaza civînê nedane.

Dibistana navbûrî, di navbera salên 1890 -1970’an de kar dikir.

Cara yekemîn 29’ê Gulanê gora zarokên li baxçeyên dibistanên kinîseyan yên li bajarê Kamloops yê eyaleta British Columbia hatibûn dîtin.

Di gorê de cenazeyê 215 zarokan hatibûn dîtin.

24’ê Hezîranê 751 û 30’ê Hezîranê jî cenazeyê 182 zarokan hatibûn dîtin.

Bi derketina van bûyeran re hêrsa li dijî kinîseyan zêde bû.

Û di nava demê derbasbûyî de jî gelek kinîseyên li Kandada hatibûn şewitandin.

Back to top button