Hêzên Îranê kolberek kuşt û 2 welatî jî birîndar kir

Li gorî nûçeya Kolbernewsê di êrişa hêzên Îranê de kolberek hatiye kuştin û 2 welatiyên ji başûrê Kurdistanê jî birîndar bûne.

Kolbernewsê ragihand ku di 29’ê Îlona 2023’yan de, hêzên Îranê li herêmên ser sînor yên Hengejal ya Banê êrişî komek kolberkirine.

Gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kolberê bi navê Mihemed Xalîd (28) ê xelkê gundê Çîçoran hatiye kuştin.

Herwiha hate gotin ku di encama êrişê de, du welatiyên ji başûrê Kurdistanê jî birîndar bûne.

Li aliyek din heman rojê di encama teqîna mayînek ya li herêma Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberê bi navê Erselan Sefyarî ê xelkê gundê Gizgesk ya Pîranşarê, bi giranî birîndar bûye.

Erselan rakirin nexweşxaneya Çoman ya li başûrê Kurdistanê.

Back to top button