Artêşa Niştimanî: Tirkiyê di du rojan de 3 hezar çete şandin Lîbyayê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê eşkere kir ku Tirkiye şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê didomîne.

Ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb eşkere kir ku Tirkiyê di du rojên dawî de 3 hezar çeteyên ji Sûriyê şandin Lîbyayê.

Xalid El-Mehcûb da zanîn ku di nava van çeteyan de, terorîstên di lîsteyên navnetewî de hene.

Her wiha Artêşa Niştimanî li herêma “Wadî El-Heyat” ya li başûrê welêt operasyonek taybet pêk anî.

Di vê operasyonê de 9 çete hatin girtin, ku du ji wan biyanî ne û ji herêmên Hikûmeta Wîfaqê ya li rojavayê welêt hatine.

Artêşa Niştimanî bêyî ku navên herdu çeteyên biyanî eşkere bike, destnîşan kir ku herdu ji terorîstên di lîsteyên Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî de ne.

Back to top button