Li kantona Girê Spî ya dagirkirî erebeyek teqiya û di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha hate ragihandin ku li gundewarê Girê Spî bombeyek li nêzî bendeke kontrolê ya dagirkeran teqiya. Li vir jî 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyek hat kuştin û 11 din birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyekî navxweyî; li nêzî gundê Zêbeqiye yê Girê Spî erebeya çeteyên polîsa sivîl teqiya.
Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 din jî bi giranî birîndar bûn.
Heman çavkanî eşkere kir ku birîndar ji nexweşxaneyên Tirkiyeyê re hatin veguhastin.
Girê Spî-Bombeyek li nêzî bendeke kontrolê ya dagirkeran teqiya
Her wiha hate ragihandin ku li nêzî bendeke kontrolê ya dagirkeran li rex rêya M4 ya Girê Spî, bombeyek teqiya
2 Leşkerên dewleta Tirk û çeteyek hat kuştin, 11 jî bûn
Di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk û çeteyek hatin kuştin:
Her wiha hate diyar kirin ji ber teqînê, 11 kesên din birîndar bûne.
Di nav de 7 leşkerên tirk û 4 çete hene.