Ji Amedê heta Dersimê serdanên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk tax bi tax, gund bi gund û navçe bi navçe xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Welatiyên ku namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin û gotin: “Ew dixwazin rojek berî rojekê ji desthilata AKP-MHP’ê xelas bibin” 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

ji Amedê heta Dersimê Partiya Çepên Kesk bi gel re dicive.

Partî û namzetên wê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.

Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi şandeyeke ji siyasetmedaran li navçeya Farqînê hevdîtin bi gel re kirin.

Çendî şilî bû jî namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Li taxên Ormankaya û Yazgiyê yên navçeya Hezroyê jî şandeya partiya navborî bi gel re civiyan.

Li vir namzetan û welatiyan bi hev re govend gerandin.

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû jî, tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û endamên partiyê serdana gundên heremê kir.

Ayten Kordû Kordû li bi coşeke mezin ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

“Em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re desthilatê AKP’ê bişînin”

Partiya Çepên Kesk li navçeya Yazlikonakê ya Xarpêtê jî bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir.

Namzetên parlamenteriyê ku tev li vekirina buroyê bûn diyar kirin ew ê di 14’ê Gulanê de bi hev re desthilatê AKP’ê bişînin.

Partiya Çepên Kesk û TJA li Sêrtê şahiya jinan li dar xist

Her wiha di heman çaroveyê de Partiya Çepên Kesk û Tevgera Jinên Azad li Sêrtê şahiya jinan jinan li dar xist.

Namzeta Parlamenteriyê yên bajêr jî di nav de gelek siyasetmedar, endamên sazî û rêxistinan di şahiyê de cih girtin.

Piştî axaftin û peyamên namzetan Şahî bi gerandina govendê bi stranên hunermendan bi dawî bû.

Li bajarên Tirkiyê jî xebatên hilbijartinê bi coş dewam dike

Xebatên Partiya Çepên Kesk li gelek bajarên Tirkiyê jî bi pêşwazîkirina coş a ji aliyê gel ve dewam dike.

Namzetên Parlamenteriyê yên bajarê Antalya, Enqere, Aydin, Îzmîr û Mêrsîn, Denîzlî û Manîsayê serdana welatiyan kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê.

Back to top button