Di operasyona li dijî ESP’ê de hejmara kesên destgîrkirî derket 23’an

Bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê re operosyên siyasî jî zêde dibin.
Di operasyona li dijî ESP’ê de hejmara kesên destgîrkirî gihîşt 23’an.

Îro danê sibehê li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) operasyonek hat lidarxistin.

ESP’ê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.

ESP’ê da zanîn di çarçoveya du lêpirsînan de, polîsan li 8 bajaran avêtiye ser malan û ev agahî dan:

“Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, Ciwanên SGDF’î û nazemtên Partiya Çepên Kesk Bûrcû Ayyildiz, Muslum Koyûn û Meryem Yildirim jî di nav de 23 kes hatine destgîrkirin.

Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê

Back to top button