40 parlamenterên Ewrûpayê ji bo êrîşên Tirkiyê nameyek ji Konseya Ewrûpayê re şand

Nêzî 40 parlamenterên Parlamena Ewrûpayê ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Kurdên li Sûriyê û Tirkiye bi lezgînî were rawestandin, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin.

Li Parlamena Ewrûpayê 40 parlamenter ji bo pêşî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Kurdên li Sûriye û Tirkiye were girtin, nameyek amade kirin.

Nameya parlamenteran, ji Alîkarê Serokê Konseya Ewropa, Nûnerê Bilind ê Politika û Têkiliyên Karê Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Jose Corell re hat şandin.

Li gorî nameya ku di Ajansa Firatê de jî hatiye weşandin, parlamenteran ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên Bakûrê Kurdistanê û Suriyê li dijî Kurdan pêk tîne, banga ‘lezgîn a çalakiyan’ kirin.

Parlamenterên Parlamena Ewrupayê:
Hikûmeta Tirk dixwaze HDP’ê bi temamî tine bike

Di nameyê de wiha tê gotin:

“Hikûmeta Tirk dixwaze HDP’ê tine bike. Ji sala 2015’an û vir ve 15 hezar û 300 HDP’î hatine binçavkirin û bi giştî dest danîne ser 34 şaredariyên HDP’ê. Divê ev helwesta êrîşkar ya hikûmeta Tirk were rawestandin.”

Parlamenterên Parlamena Ewrupayê:
Dewleta Tirk qanûnên navdewletî binpêdike

Parlamenteran her weha balkişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi destê çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê Efrîn dagirkir û nêzî 150 hezar kes ji ber êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn.

Di nameyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo gûhertina demokrafîk pêk bîne li şûna Kurdan malbatên çeteyan bicih dike û ev jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û weha hat gotin:

Parlamenterên Parlamena Ewrupayê:
Dewleta Tirk polîtikayên qirkirin û Tirkkirinê dimeşîne

“Dewleta Tirk heman polîtikayên li Efrînê niha li Girê Spî û Serêkaniyê li dijî gelên resen dimeşîne. Di serî de Kurdan, Asûrî, Suryanî û Ermenan ji sînorê Tirkiye-Sûriyeyê dûr dixe, li şûna wan Erebên cîhadîst û Tirkmenan bi cih dike. Li heremê polîtîkayên Tirkkirinê dimeşîne.”

Di nameyê de parlamenteran destnîşan kirin ku dewleta Tirk tevî ku endamê NATO’yê û Konseya Ewrûpayê ye û namzetê Yekîtiya Ewrûpayê ye, li pêş çavê civaka navneteweyî van sûcan dike û ev bang kirin:

“Em ji Konseya Ewrûpayê dixwazin ku li dijî paqijiya etnîkî ya nifûsa Kurd û Xiristiyanan a li Bakurê Sûriyeyê û dagirkeriya Tirk a li herêmê rawestin. Ji bo firotina çekan a Tirkiyeyê ambargoyek tam pêk bînin, zextên aborî û yên li dijî endamên hikûmeta Tirk erê bikin. Bi helwestekî hevpar YE’yê dikere Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê derbixe.”

Leave a Reply

Back to top button