NY bang li DYA û banka cîhanî kir ku fonên Efxanan serbest berdin

Hejarî û birçîbûna li Efxanistanê êdî di ji aliyê herkesê ve tê zanîn. Doh me nûçeya wê yekê parvekiribû ku çava Efxan ji bo zigê xwe têr bikin, lebetên laşên xwe yên hindir difiroşin. Sekreterê Giştî yê NY Guterrs ji ji bo rewşa li Efxanistanê careke din, bang li DYA û Banka Cîhanî kir ku fonên ji bo welat serbest berdin.

Piştî Tevgera Talîbanê kontrola Efxanistanê xiste destê xwe, li welat hejariyek pir zêde xwe daye der.

Banka Cîhanê jî fonên ji bo Efxanistanê dan rawestandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres işaret bi rewşa li Efxanistanê kir û daxwaza serbest berdana fonên wê yên li Banka Cîhanê kir.

Antonio Guterres daxwaz kir ku ev gav bilez bê avêtin da ku rewşa li welat di zutirîn demê de baş bibe.

NY ji bo pêşî li krîza însanî ya li Efxanistanê bigire, kampanya alîkariya 4,4 milyar dolar da despêkirin.

Ev kampanya herî mezin ya heta niha ji bo welatekî hatî despêkirine.

Guterres ev yek di daxuyaniya çapemeniya rojane de anî ziman û got:

“Divê rêgez û şertên ku rê li ber pereyên ku divê ji bo xilaskirina jiyan û aboriyê di vê rewşa awarte de were bikar anîn, werin rakirin.”

Sekreterê Giştî yê NY îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Washingtonê roleke giring di vî warî de heye û wiha domad:

Beşeke berçav ji bazarên darayî bi dolaran pêk tê û beşeke girîng ji pereyên ku hatine cemidandin jî li Amerîkayê ne.

Pêwiste bi lez pere were peydakirin û ji bo bi milyonan mirovên hejar hewl bidin hîn zêdetir kar bikin.

Banka Cîhanî meha borî bi rêya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û UNICEF ê 280 milyon dolar ji Efxanistanê re şandibû.

Antonio Guterres got, ew li bendê ne ku di zûtirîn dem de 1,2 milyar dolar ji gelê Efxan re bê şandin.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, li Efxanistana ku nifûsa wê 23 milyon e, zêdeyî nîvê nifûsê di nava pencên hejariyê de ne.

Back to top button