Ji Rûsya bo Rojava: Êdî sebra me jî bi dawî bû

Ji Rûsya bû Ûkrayna û welatên Rojava gotinên tund derketin. Wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Lavrov êdî bi eşkere gefa şerekê xwar û got: NATO hebûna hêzên xwe yên li sînorê me her zêde dike. Êdî sebra me jî bi dawî bûye. Hemwextî van gefan, Rûsya tetbîqata xwe ya li sînorê Ûkrayna zêde kiriye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna salê ya derbarê siyaseta derve ya welatê xwe de nirxandin kir.

Ev civîn piştî bidawîbûna gera yekemîn ji danûstandinên Rûsya li gel welatên Rojava pêk hat.

Yek ji mijarên herî zêde ku Sergey Lavrov li ser rawestiya jî berfirehbûna hêzên NATO li sînorê welat bû.

Lavrov diyar kirin ku di hevdîtinên ku nava hefteyê li gel welatên Rojava pêk hatîn de tu lihevkirin pêk ne hatiye.

Garantiyên ewlehiyê yên ku Rûsya daxwaz dike, şert û mercên wekî daxwazên garantiya ewlehiyê, rawestandina berfirehbûna NATOyê ber bi rojhilatê ve, vekişandina çek û tesîsên leşkerî yên ku li rojhilatê Ewropa û di çarçoveya polîtîkayên berfirehkirina hevpeymaniyê ya piştî sala 1997’an hebû.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya işaret bi welatên rojava kir û eşkere got:

NATO hebûna hêzên xwe yên li sînorê me her zêde dike.

Êdî sebra me jî bi dawî bûye.

Rûsya tetbîqatên li sînorê Ûkrayna zêde kiriye

Di vê navberê de, hêzên Rûsya yên li sînorê Ûkrayna jî di nava demên dawiyê de tetbîqatên xwe yên leşkerî zêde kirine.

Ev tevgera Rûsya herî zêde ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve tê şopandin.

Borrell: YE wê bi hemû derfetê xwe ji bo Ûkrayna seferber bibe

Berpirsê polîtîkayên ewlekarî û Derve yê YE Joseph Borrell ji di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan de careke din piştevaniya Kîevê kir.

Borrell yê li Fransa, axivî û got:

Di rewşa êrişekê de, wê YE bi hemû derfetên xwe alîkariya Ûkrayna bike.

Back to top button