Li Tirkiyê êrişên li ser çapemeniyê

Yek ji qada herî zêde desthilatdarî li pêşberî xwe wekî astengî dibîne jî qada Rojnamevaniyê ye. Rojnamevanên ji bakurê Kurdistanê Dîcle Muftu-oglû û Esra Koçak diyar kirin ku desthilatdar ji bo rastiyê veşêre êrişî çapemeniya muxalif dike û gotin; Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî.

Li Tirkiyê zext û hewldanên bêdengkirinê yên li ser rojnamevanan zêde dibin.

Rojane rojnamevanek ji ber nûçeyên xwe, doz li ser tê vekirin,tê binçavkirin û girtin.

Li gor rapora meha Sibatê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), derbarê 8 rojnamevanan de lêpirsîn û derbarê 9 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.

Li 5 rojnamevanan 16 sal û 4 meh û 22 roj cezayê hepsê û 7 hezar LÎREYE TIRKcezayê pere hatiye birîn.

10 hejmarên 3 kovaran, 21 hejmarên 2 rojnameyan jî hatiye qedexekirin.

Her wiha di heman mehê de 2 malperên înternetê, 169 nûçe û 38 parvekirinên medyaya sanal jî hatine astengkirin.

Li gor rapora DFG’ê 65 rojnamevan û li gor Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) jî 38 rojnamevan girtî ne.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftu oglû û Seroka TGS’ê ya Şaxa Enqereyê Esra Koçak, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxandin.

Dicle diyar kir ku demokrasî û çapemenî girêdayî hev in, lê di demên ku desthilat dibin otorîter de zext û zorî zêde dibin û got;

Ji bo raya giştî ji rastiyan agahdar nebe, makanizmaya çewisandinê li hemberî rojnamevanan bi kar tînin.

Rojnamevan Dîcle, destnîşan kir ku çewisandin û zextên li ser rojnamevanan “parçeyeke ji polîtîkaya tepisandinê” ye û wiha bidawî kir;

“Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek. Zêdetirî sêsed rêxistinên çapemeniyê hatin girtin.

Li gel hemû zext û zoriyan jî rojnamevanan di hemû şert û emrcan de karê xwe dikin.”

Rojnamevan Esra Koçak jî diyar kir ku desthilata siyasî jî hewl dide bi çewisandinê, bi rêya desteya bilind a radyo û televziyonê (RTUK) û Saziya Çapemenî Îlanê rojnamevanan bitepisîne û got;

“Desthilata ku nikare çapemeniya sanal kontrol bike, berê xwe dide çapemeniya muxalif.

Rojnamevan di şert û mercên pir dijwar de dixebitin. Li dijî van êrişan rêxistinbûyîn şerte.

Em xwe birêxistin bikin em ê karibin dengê rojnamevanên girtî ragihînin.”

Back to top button