Dagirkeriya Tirkiyê tecrîdeke giran li dijî Rêber Apo dimeşîne û rê nade malbat û parêzerên wî ku serdana wî bikin, li hember wê yekê jî gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan dide.
Welatiyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku fikrê Rêber Apo rêya yekane ya rizgarî û mîsogerkirina serketinê ye.
Birayê şehîd Selman Tirbespiyê Ebdurehman Hecî Hesen têkîldarî tecrîdê wiha got:
“Rêber Abdullah Ocalan îradeya xurt û berxwedana li hember komployên herêmî û navneteweyî di her kesekî de çandin.
Em ê tu carî asta têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kêm nekin.”
Her wiha, dayika şehîd Dilo Tirbespiyê Hediye Mihemed destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareseriya doza kurdî û kirîzên Rojhilata Navîn e.
Birayê şervana Tevgera Azadiya Kurdistanê şehîd Peyman Xalid, Hisên Xalid jî ev yek got:
” Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewamiya komployên li dijî gelê Kurd û gelên bindest ên herêmê ye.”



