Li Til Rifat 3 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin

Artêşa Tirk a dagirker ji doh ve xeta Şehba, Minbic, Til Rifat, navçeya Şera ya Efrînê bi balafir û çekên giran topbaran û bombebaran dike.
Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de, 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn û 1 jî birîndar bû.
Her wiha li Şehbayê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji destdan 2 tank hatin rûxandin.
Artêşa dagirker derdora Baregeha Rûsan a Şehbayê jî topbaran kir.

Her weha, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke keşfê ya bi çek nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Tinibê yê navçeya Şera bombebaran kir.

Beriya wê jî, nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifetê û gundê Aqîbê yê Şêrawa kir hedef.

Di encamê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin 2 tank hatin rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker daristana navçeya Şêrawa jî da ber topan.

Dagirkeriya Tirkiyê derdora baregeha hêzên Rûsyayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê herêma Şehbayê jî topbaran kir.

Lê hêzên Rûsî ti bersiv neda dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button