Li Eyn Îsayê hem êrîş, hem hewldanên dagirkeran ên derbasbûnê tên têkbirin. Duh car din Artêşa Tirk hewl da gundê Seyda dagir bike, lê rastî bersiva tund a şervanên QSD’ê hat.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û dûvikê wê yên çete, êrîşê gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê kir û xwest bi dizî bikevin gund.
Lê şervanên QSD’ê bersiva vê hewldanê da û êrîşa çeteyan hate şikandin.
Çeteyên dagirker piştî ku têk çûn, gundê navborî û rêya M4 topbaran kirin.
Ev êrîş heta berbanga vê sibehê dirêj kir.
Çeteyên dagirker hemwextî êrîşa li ser Eyn Îsayê, bi top û hawanan êrîş birin ser gundê Ebûş ê li ser rêya Til Temir-Zirganê jî.
Li Serêkaniyê di encama teqînan de hejmareke ji leşkerên Tirk hatin kuştin
Îro jî, li herêma di navbera gundê Rêhaniyê Begare yê Serêkaniyê û mezreya Riyad a nêzî rêya M4 de, rêzeteqîn pêk hatin.
Li gorî nûçeyên ANHAyê, di encama teqînan de hejmareke leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Hat diyar kirin ku piştî teqînan li herêmê dengê çekan hat bihîstin.