Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên xwe yên 8`ê Adarê, Roja Jinan ya Cîhanê ji raya giştî re aşkere kirin.
Çalakî wê bi dirûşemya “Têkoşîna me misogerkirina azadiya jinan e” û dê hemû tevger û rêxistinên jinan tevlî bibin.
Tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya navenda Kongra Star a bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên xwe yên 8`ê Adarê, Roja Jinan ya Cîhanê ji raya giştî re aşkere kirin.
Daxuyanî bi du zimanan hat xwendin.
Rêxistinên jinan bernameya çalakiyan wiha anî ziman:
– Çalakî di 23`ê Sibatê bi diruşmeya “Têkoşîna me misogerkirina azadiya jinan e” were destpêkirin.
– Kongra Star ji 23 heta 28`ê Sibatê, semîneran bide.
– Meşeke bi otomobîlên xemilandî, li hemû kantonan were lidarxistin.
-Li Şedadê di 1ê Adarê de, ji bo bîranîna her du jinên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine şehîdxistin wê meşeke girseyî were lidarxistin.
-Di heman rojê de, ji bo bîranîna şehîdên Til Rifet li Şehbayê wê meşeke girseyî were lidarxistin.
– 1 û 2`ê Adarê, Festîvala Jinan li Qamişlo wê were lidarxistin.
– 2`ê Adarê, Çalakî ji bo piştgirî û mezinkirina rola YPJ’ê û hêzên parastinê yên din,
– Her wiha wê meşeke leşkerî ji hêla Asayîş û HPC-Jin ve were lidarxistin.
– 3`ê Adarê, ji bo jinên astengdar wê çalakî werin lidarxistin.
– 4`ê Adarê, ji bo guhertina hişmendiya zilam, çalakî were lidarxisitn.
– 5`ê Adarê, ji bo azadiya rêber APO çalakiyên girseyî li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê.
– 6`ê Adarê, li qada Newrozê bi beşdariya 10 hezar jinan çalakiyek were lidarxistin.
-Bi dirûşmeya (Na ji Komployê re – Na ji dagirkeriyê re – Na ji tundiyê re) Meclisa Jinan a PYD`ê dest bi pêngavekê bike û wê 3 mehan bidome.
-Meclisa Jinên Ciwan di 8`ê Adarê de, çalakiyan pêk bîne.
– Ji bo jinên Efrînê li kantona Hesekê çalakî werin lidarisin.
– Dewama pêngava 100 sedem 100 hezar îmze.
– Semîner li kampên (Roj, Newroz, Til El-Simin) werin dayîn.
-Yekîtiya Jinên Suryanî: semîner werin dayîn û wê tev li hemû çalakiyên giştî bibin.