Artêşa dagirker gûndewarê Girê Spî topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker deh gundên rojavayî Girê Spî topbaran kirin. Di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Nûçegîhanê me ji herêmê ragîhand ku îro saet di 10.00`an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi topbarana gundên Zenûbiya, Erîda, Sewan, Bîr Zinar, Xirbet Beqer, Kor Hesen, Liqlaqo, Gundê Qizelî û deporyên wê yên genim (Sewami), Selîbiya û Mebrûca ên rojavayî Girê Spî topbaran kirin.

Di encama topbarnê de li gundê Sewana leşkerî hikûmeta Şamê hate kuştin.
Di heman demê de ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Di heman demê de balafirên bêmirov li ser Eyn Îsa, rêya M4 û Girê Spî digeriyan.

Back to top button