Fîras Qesas: Îtîlaf di karê çetetiya ji Tirkiyê re rola xwe ya şermê berdewam dike

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas diyar kir ku “Îtîlafa Sûriyê” sîxurtiya xwe ji dewleta Tirk re didomîn e.

Têkildarî mijarê Fîras Qesas daxuyakirin ku banga Îtîlafa ji dewleta Tirk re ev bû ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike helwesteke ne xerîb e.

Qesas destîşan kir ku ev banga herîrî rola Îtîlafê di pêkanîna kiryarên qirêj, erzan û çetetiyan ji Tirkiyê re diyar dike.

Qesas got:

“Îtîlafa tenê di demên dawî de ji bo şerê desthiladarî yên li dijî dijberên xwe yên ku li gel wan hêz û alavên xwe di dewlet û civakê de hene, bi kar tîne.

Her wiha ji bo Îtîlafê ev ne karê wê yekemîn e û ne jî ya dawiyê ye.

Lê belê ez teqez dikim ku dê dîroka niştimanî ya welatê me van kiryaran di dosyayên xwe de biparêze û ji nifşên bê re tomar bike.”

Back to top button