TEV-DEM’ê û Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir û got:
Cejna Çarşema Sor anku sersala Kurdên êzidî li gorî salnameye rojhilatî di destpêka Nîsanê de ye.
Ev meh, ji mehên salê yên herî pîroz e ku destpêka avabûna giyanê jiyanê ya hemû zindiyan e.
Her sal di vê mehê de jiyan nû dibe.”
TEV-DEM’ê her wiha anî ziman ku Çarşema Sor nirxên wekhevî û biratiya gelan nîşan dide.
”Çarşema Sor roja peydabûna xêr û bereketa axê ye”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê jî bi heman armancê daxuyanî da û cejn pîroz kir.
Koordînasyonê diyar kir ku Çarşema Sor roja afrîna gerdûnê, peydabûna xêr û bereketa axê ye.