HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevrêyê wan Kawa Çekdar meha Tebaxê di êrîşa dijmin a li Zapê de şehîd bûye.

“Ji bo parastina rûmeta gelê xwe ji Ewropayê berê xwe da nava refên Gerîla”

HPG’ê da zanîn Ş. Kawa ji bo parastina rûmeta gelê xwe ji Ewropayê berê xwe da nava refên gerîla û wiha got:

Hevrêyê me Kawa dît ku azadiya gelê me tenê bi şerekî fedaî dibe, lewma jî derfetên jiyaneke şexsî hemû danî aliyekî û tevlî nava refên gerîla bû.

Ji roja destpêkê heta şehadetê hevrê Kawa bêteredût û bi wêrekiyeke mezin tevlî nava têkoşînê bû

HPG: Bîranîna hevreyê me wê bi serkeftinê tacîdar bibe

Di serî de ji malbata şehîd re HPG’ê sersaxî ji Hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

Bîranîna hevrêyê me Kawa wê her tim rêya me ronî bike û bêguman wê bi serketinê tacîdar bibe.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye

Nasnav: Kawa Çekdar
Nav paşnav: Îbrahîm Demîr
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik: Naîme
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button