173 Malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin

173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya kantona Cizîrê hatin derxistin.
Ev yek bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Iraqê de pêk hat.

Di çarçoveya koordîna dewam a di navbera Rêveberiya Kampa Holê ya temsîliyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Komîteya Ewlehî, Komîteya Koçberî û Koçberên Meclisa Nûneran a Iraqê de beşeke din a malbatên Iraqê ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê ya kantona Cizîrê derket.

Beşa nû ya derketî ku bi rêya karwanek ji erebeyan tevî nobetdariya ewlehî berê xwe da kampa li xaka Iraqê 659 kes ji 173 malbatan; jin, zarok û mêr, pêk hat.

Bi wan malbatan re belgeyên îsbatkirinê yên iraqî hebûn.

Ev beş ji Kampa Holê berê xwe didin Kampa Ceda ya li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê.

Back to top button