PYD: Dewleta Tirk li gel sûcan dike û hewl dide rastiyan berovaj bike

Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi xirakirin û kolandina goristanek şehîdan a li Efrînê deqek din a reş li dîroka xwe zêdekir.

Meclîsa PYD têkildarî binpêkirina dewleta Tirk a li dijî goristaneke şehîdan a li Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst sûcên xwe rojane pêk tîne.

Kolandina goran, binpêkirina rûmet û pîroziyan, sûcên nayên jimartin û ev yek di dîroka wan a reş de hatiye tomarkirin.

Dewleta dagirker bi guhertina demografiyê re sînordar nema goristana şehîdan kolandin û weke gorekî komî nîşan da û bi berovajîkirina rastiyan dixwaze sucên xwe veşêre, lê her kes vê rastiyê dizane.

Em bang li tevahî saziyên navneteweyî, rêxistin û dewletên aktîv li Sûriyê dikin ku sûcên qirêj ên dermirovî yên dewleta Tirk bi dawî bikin.”

Back to top button