Koordînasyona Kongra Star Kuştina jinan şermezar kir

Li bajarê Mezar Şerif yê Efxanîstanê, 4 jinên çalakvan hatin kuştin.
Koordînasyona Kongreya Star têkildarî qetilkirina 4 jinan, daxuyaniyek da û got; “Tundiya li ser jinên birêxistinkirî tundiya li ser civakê ye”
Kongreya Star bang kir divê civak û saziyên navneteweyî li hemberî van êrişan rabin.

4 Jinên çalakvan yên Parazvanên Mafê Jinan ku beriya hefteyekî bi armanca biçin derveyî welat ji mal derketin agahî ji wan nedihat girtin.

Lê derket holê ku, 4 jinên çalakvan yên agahî ji wan nedihat girtin li bajarokê Mezar Şerif yê ku dikeve bakurê Efxanîstanê bi êrişeke çekdarî hatine qetilkirin.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî qetilkirina 4 jinan, daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qetilkirina jinên xwe bi rêxistin dikin, li hemû cîhanê sîstematîk e û wiha hat gotin,

“Em wek Kongra Star li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember nûçeya qetilkirina hovane ya 4 jinên çalakvan li bajarê Mezarî Şerîf ê Efganistanê hem xemgîn, hem bi hêrs in.

Em vê qetilkirina hovane ya di bin siya rejîma terorê ya Talîbanê de pêk hat, ji desthilata heyî cuda nabînin.

Qetilkirina jinên xwe bi rêxistin dikin û bi awayekî aktîf xwe diparêzin, li hemû cîhanê sîstematîk e. ”

Kongra Star: Hişmendiya Talîban, daiş û dewleta Tirk ya li dijî jinan wekheve

Kongra Star dewama daxuyaniyê de bal kişand ser heman hişmendiyê wekhev ya Talîban, DAIŞ û dewleta Tirk yên li dijî Jinan û got;

Çi dewleta Tirk, çi DAIŞ, çi jî Talîban, jinan di bin çarşefan de vedişêre, li bazaran difiroşe û hemû kirinên xirab li dijî jinan pêk tînîn, hemû xwedî heman hişmendiyê ne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jinên çalakvan gelek caran rastî êrişên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk tên.

Hişmendî û pêkanînên Talîbanê ji ya DAIŞ’ê û Tirkiyê cuda nîne, xwedî heman kok in.

Kongra Star da zanîn ku Talîban bi kirinên xwe sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike, û hêzên ku rê li ber Talîbanê vekirine jî sûcdarên wan binpêkirinan in.

Kongra Star: Li dijî êrişan berxwedan û xweparastina xwe xurt bikin

Kongreya Star dawî de êrişa li dijî 4 jinên çalakvan yên Efgan şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li dijî êrişan berxwedan û xweparastinê xurt bikin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî jî kir ku li dijî rewşa Efganistanê û kirinên Talîbanê bê deng nemînin.

Back to top button