HDP: Li gorî axaftinên çalakiyan dixwazin HDP’ê bigrin ev ne qanûnî ye

Bi xwesteka hikumeta faşîst ya AKP’ê-MHP’ê beriya niha derbarê Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê de doza girtinê hatibû vekirin.
HDP’ê di çarçoveya doza girtinê de parastina ji 173 rûpelan pêk te duh pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê diyar kir ku divê Dadgeh dozê kontrol bike li gor axaftinên çalakiyên siyasî partî nayên girtin.

Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê, doh parastina xwe ya pêşî ya derbarê doza girtina HDP’ê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, endamên Meclisa Partiyê ya HDP’ê jî di nav de HDP’ê bi heyetekê parastina xwe ya ji 173 rûpelan pêk dihat, radest kir.

Di parastinê de îtîrazên hiqûqî hatine kirin.

Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê îro têkildarê doza partiya xwe de daxuyaniyek da.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede der barê pêşparastinê de nirxandin kir û wiha got:

“Em li ser girîngî û wateya dozê ya di daraz û demokrasiyê rawestiyan.

Me xwest beriya ku Dadgeha Destûra Bingehîn doza girtinê lêkolîn bike, mijarên ku berê li ser raweste li ber çavan bigire.

Mînak li gorî xala 102’an a zagona partiyên siyasî, ji bilî hevserok û endamên navendî, dema çalakiyên partiyên siyasî dibin navend, divê hişyarî bê kirin. Lê heta niha em bi tu awayî nehatin hişyarkirin.

Ev nîşan dide ku pêwiste ev doz neyê vekirin.

Ji ber axaftinên 69 kesan yên li çalakiyan dixwazin partiyê berpirsya bigrin ev yek ne qanûniye.”

Dede diyar kir ku der barê 451 hevalên wan de lêpirsîn hatiye vekirin û hîn didome, ev lêpirsîn li gorî qanûnê nabe sedema girtinê.

Dede li ser rola HDP’ê rawestiya û diyar kir ku HDP bi mîsyona ku ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi rêya aştî, diyalog û muzakereyan çareser bike ketiye rê divê Dadgeha Destûra Bingehî dozê kontrol bike.

Doza ji bo girtina HDP’ê 17’ê Adara 2021’an ji aliyê Serdozgeriya dadgeha bilind a Komarê ya Tirk ve hatibû vekirin.

Back to top button