Iraq û Amerîka di çarçoveya danûstandinên stratejîk de, îro dest bi rûniştina yekem a rêxistinkirina têkiliyan dikin û Îran jî bitirs e ku serweriya wê ya li Iraqê têk biçe.
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Iraqî, wê rûniştina yekem û duyem berî dengdana ji bo serokwezîr Mistefa Kazimî dest pê bike.
Li gorî agahiyan, grûpa Iraqî û Amerîkî ji 10 kesan pêk tê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di kongreyeke çapemeniyê de anî ziman ku, divê her du welat hevkar bin, da serkeftinên heyî têk neçin û aramiya Iraqê misoge bibe.
Pompeo her wiha da zanîn ku ev giftûgo, wê ji bo hemû mijarên girêdayî têkiliyên Iraqî-Amerîkî weke lêvegerekê be.
Li gel lidarxistina van giftûgoyan, çekdarên Heşda Şebî yên girêdayî Îranê û di serî de Hizbullaha Iraqî, dest bi gefxwarinan kiriye.