Çîn û Rûsya li dijî vegerandina cezayan, di nava hewldanan de ne

Çîn û Rûsya ji bo Amerîka fişarên sepandina cezayên aborî li Îranê nexwe, di nava hewldan û tevgerê de ne. 

Waşington bi niyet e careke din cezayên aborî yên li dijî Îranê çalak bike, li ser vê jî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û serkêşê dîplomasiyên Çînî Wang Yî, 2 name ji Konseya Ewlekariyê re şandin.

Amerîka her wiha gefa vegerandina cezayên NY jî li Îranê dixwe.

Ev yek jî, eger Konseya Ewlekariyê qedexeya çekên nuklerî dirêj neke, wê pêk were.

Hefteya borî, balyoza Amerîkî ya li gel NY Kelly Craft dabû zanîn ku reşnivîsa biryara qedexekirina çekên nuklerî, wê li endamên Konseyê bê belavkirin.

Tevî Amerîka ji lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re vekişiyaye jî, lê hîna gefa birîna cezayan li Tehranê dixwe.

Back to top button