Komîteya Aboriya Jin a Dêrikê, dest bi projeya çandina sebzeyan kiriye

Komîteya Aboriya Jinê a Dêrikê, weke tecrube 10 hektar sebze çandine. Komîte dibêje: Eger ev proje bi ser bikeve, ew ê projeyê berfirehtir bikin û wê radestî kooperatîfên jinan bikin. Komîteyê eşkere kir ku di warê çandiniyê de, ev yekem projeya wan e

Bi zêdebûna pêwîstiya bi hilberîna herêmî ya sebzeyan û da pirsgirêka buhabûnê were derbaskirin, gelek însiyatîfên gel ji bo çandina cureyên cuda yên sebzeyan derketin holê.

Yek ji wan, însiyatîfa Komîteya Aboriya Jinê ya Dêrikê ye.

Komîteyê ji nav rêzeprojeyên aborî yên jin çavdêriya wan dikin, dest bi projeya çandina sebzeyan kir.

Îsot, bacana sor, bacana reş û xiyar hatin çandin.

Komîteyê diyar kir ku ev proje weke tecrube hat destpêkirin û eger bi ser ket, ew ê berfirehtir bikin û gelek cureyên sebzeyên din biçînin..

Mîna miloxiyê, kartol û h.w.d.

Li gorî Komîteyê, ev proje ji bo rêgeza xwetêrkirinê pêk were û hilberîna herêmî xurt bibe û civak bi awayekî firehtir sebzeyan biçînin, hatiye destpêkirin.

Ji bo çandina sebzeyan jî, Komîteyê, beşek erd li gundê Gir Kendal ê herêma Koçerat diyar kir.

Her wiha du bîrên avê kolandin da ava pêwîst ji bo avdanê were peydakirin.

Girêdayî mijarê çavdêra projeyê Asiya Osman destnîşan kir ku piştî kolandina bîran, ew ê hewl bidin rûbera ku hatiye çandin, fireh bikin û bigihînin 100 hektarî û pêwîstiya herêmê ji sebzeyan peyda bikin.

Back to top button