Metirsiya pevçûnan li sînorê Polonya-Belarûs heye

Li sînorê Belarûs-Polonya krîza koçberan xwe daye der.
Bi hezaran koçberên li ber sînor asê mane, Ewropa xistiye nava alarmê.
Koçberên ji doh ve li ber sînorê Polonya kombûyî, hikumeta welat xistiye tevgerê.
Li ber sînor metirsiya derketina pevçûnên dijwar ya di her kêliyê de heye.

Li ber agirek biçûk û di nava beteniyan de li ber sînorê welatan bi xeyalên jiyanek nû ne.

Ev der xeta dawîya sînorê navbera Belarûs û Polonyayê ye.

Bi hezaran koçber, ji bo derbasî Ewropa bibin berê xwe dan sînorê Polonya.

Koçber beriya ku bigihêjin sînor, artêşa Polonya tevdîrên li herêmê zêde kir.

Dema koçberan xwestin derbas bibin, rastî zexta leşkerên Plonî hatin.

Ji bo demekê pevçûn navbera koçber û polîsan de rûdan.

Koçberan tevî têlên rêsayî xwestin di zûtirîn demê de sînor derbas bikin.

Hikumeta Polonya ku bi hêrsa koçberan re rûbirû maye, ji rewşa heyî hikumeta Belarûsê tewam bawer dike.

Lê Belarûs jî van îdiayan red dike û dibêje rewşa li sînor derketî bêwijdaniya hikumeta Polonya ye.

Piraniya wan ji Iraq û Efxanistanê, derdora 4 hezar koçber ji Belarûsê berê xwe dan sînorê Polonyayê.

Hikûmeta Warsaw (Warso) ku vê yekê weke tevgereke dijqanûnî binav dike sînorên xwe bi temamî girtine.

Di encama helwesta van herdû dewletan de tenê zerar li koçberan dibe.

Lê di rewşa heyî de diyar e ku ev hêvî û bendewariya wan wê bi hêsanî pêk neyê.

Back to top button