Li Reqayê şervanê QSD’ê Hisên El Cezar bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Reqayê cenazeya şervanê QSD’ê Hisên El-Cezar bi merasîmekê oxir kirin.
Şêniyên kantona Cizîrê û Firatê jî li bin konên şehîdan hêzên Asayîş kom bûn û sersaxî dan malbatan.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Hisên Ehmed El-Cezar ê ku li navçeya Eyn Îsa dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Ji bo oxirkirina şehîd, li Reqayê merasîmek hat lidarxisitn.

Di merasîmê de, ji fermdnarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad el Xelef axivî.

Xelef îşaret bi êrişên dagirkeriya Tirk û hewildanên tevlîheviya li Dêra Zorê tê kirin kir û got:

“Em ê li dijî van êriş û pilanên qirêj bêhelwest nemînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Hisên Ehmed El Cezar di nava sirûşmeyan de hat oxirkirin.

Şêniyên kantona Cizîrê sersaxî dan malbata şehîd Mehmûd Hisên

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa li pêşiya avahiya firneya giştî ya li Çil Axayê tev li merasîma sersaxiyê ya endamên Hêzên Asayîşê şehîd Mehmûd Ebdullah Hisên bûn.

Li bin konê sersaxiyê, sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate diyar kirin ku wê li ser rêça şehîdan a heta pêkanîna armancên wan bimeşin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Ziyad El Meter re xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê ji bo endamê Asayîşê Ziyad Ednan El Matar konê sersaxiyê vedan.

Li bin kon, kesên axivîn sersaxî dan malbata şehîd û behsa rol û tekoşîna şehîdan di avabûna rêveberiya herêmê de hate kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Ziyad El Matar hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Xelkê Firatê sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Rehmawî

Bi dehan xelkê Kantona Firatê sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Emîn Rehmawî endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê.‎

Şehîd Mihemed 18’ê Kanûnê li kantona Minbicê şehîd bûbû. ‎

Di bin konê çalakiyê de, qala têkoşîna hêzên Asayîşê ya ji bo ewlekariya herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.

Hate gotin niha piştî DAIŞ’ê dewleta Tirk a qirker bi hemû hêza xwe êriş dike.

Di dawiyê de, weke rêya tekane ya li dijî van êrişan, peyama berxwedaniyê hate dayîn.

Li Dêrikê şehîd Mehmûd Hisên hate oxirkirin

Back to top button