Ciwanên Minbicê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Ciwanên herêmê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Li Minbicê ji bo azadiya Rêber Apo meşeke girseyî hate lidarxistin.
Ciwanan di meşê de peyama bilindkirina têkoşînê dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbicê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanan a li Minbicê meşek lidar xistin.

Bi sedan ciwanên ji bajarê Tebqa û Kobanê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Avşîn axivî û diyar kir ku ew wekî ciwan wê li hember her cure êrişan bisekinin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Minbicê Ehmed El Cemîlî jî axivî û wiha anî ziman:

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xelasiya hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn e.

Ji ber vê yekê di serî de ciwan divê her kes dest bide ser wijdanê xwe û ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê de.

Ehmed El Cemîlî dawiyê de diyar kir ew ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şêniyên Qamişlo li qadan bûn

Back to top button