Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şêniyên Qamişlo li qadan bûn

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka gelê Kurd re çareseriya siyasî’‘ ciwanên PYD li qamişlo meşek li dar xist.
Ciwanan gotin, wan soz daye ku ew ê Rêber Apo fîzîkî di nav xwe de bibînin.

Bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, îro li Qamişlo meşek bi pêşengtiya Ciwanên PYD hat lidarxistin.

Meş di bin dirûşma ”Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka gelê Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir.

Back to top button