5. Salvegera şehadeta şehîd Delal Amed

Biryara û coşa wê ti carî kêm nebû, li hember zahmetiyan paş ve gav neavêt. Em behsa Fermandara YJA Starê Delal Amed dikin. Delal di 11’ê Mijdara 2017’an şehîd bû. Ew weke pêşengeke Tevgera azadiyê di nav hevalên xwe de ”Fermandara dildara Azadiyê” hate naskirin.

Di 11’ê mijdara 2017’an de li qada Besta ya Botanê ji bejahî û hewayî ve opersyonek mezin ji aliyê Artêşa Tirk ve hate destpêkirin.

Di van êrişan de Fermandar Navendî ya YJA Star û Endama Konseya Fermandariya HPG’ê Delal Amed-Hûlya Eroglu û Azê Melazgirt tevî 12 hevalên xwe piştî berxwedanek dîrokî tevlî karwanê şehîdan bûn.

Delal Amed a ji aliyê hevalên xwe ve weke fermandara azadiyê dihat naskirin, di nav Tevgera Azadiyê de xwedî kedeke 27 salan bû.

Dema weke ciwanekê tevlî refên PKK’ê bû, bi biryar bû, wê tola welatê xwe yê ji her alî ve dihat qirkirina hilaniya.

Biryara û coşa wê ti carî kêm nebû, li hember zahmetiyan paş ve gav neavêt.

Xwedî sekneke sade, xwezayî, çêker, devliken bû.

Weke pêşengeke Tevgera azadiyê di nav hevalên xwe de ”Fermandara dildara Azadiyê” hate naskirin.

Di sala 1974’an de li navçeya Amed Çinarê hat dinê û 11’ê Mijdar a 2017’an şehîd bû.

Ji Amedê heta Dersimê, ji sedan gerîlayan re fermandarî kir, çalakiyên ku darbê li dijmin dixe plan kir.

Demekê bûbû yek ji fermandara hêzên taybet ên HPG’ê.

Niha jî hevalên wê yên fedayî li ser sonda tolhildana wê û hevalên wê li çiyayên Kurdistanê darbê li dagirkeran dixin.

Back to top button