Rejaa Ismaîl: Armanca êrîşan şikandina berxwedanan gel û jinan e

Jinên Hesekê û Tirbespîyê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a ji êrişên li dijî başûrê Kurdistanê, têkbirina destketiyên gelê Kurd û berdewama komploya navnetewî ye.
Rojnamevan Perêz Sabrî diyar kir partiyên siyasî li dijî êrîşên dagirkeriyê helwest nişan nadin û ji ragihandina Kurd jî xwest ku bi di vê mijarê de erka xwe ya netewî bi cih bîne.

Artêşa dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve, êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bêyî ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê encamekê bi dest bixin, didomîne.

Yek ji rêveberên Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a kantona Hesekê, Rejaa Îsmaîl diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nûkirina terora xwe, şikandina berxwedana gel û gerîlayan ye.

Rejaa got:

Dewleta Tirk ji projeya neteweya demokratîk, ku xizmeta hemû gelan dike, ditirse.

Beşdariya jinan di vê berxwedan û sekna li hember dewleta Tirk metirsiyek ji dagirkeriyê re çêkir.

Xunav Şemo: Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin

Şêniya ji navçeya Çilaxa, Xunav Şemo diyar kir ku bi hezar salan e gelê Kurd xwedî vîn û ax e, her wiha wekî gelên din banga maf û azadiya xwe dikin.

“Divê ragihandina Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê erka xwe bi cih bîne”

Rojnamevan Perêz Sabir jî da diyarkirin ku ragihandina başûr qasî giringî dide hizban, giringî nade berjewendiyên netewî û wiha domand:

Ezmûnek ya Kurdan bi dagirkeriya Tirk re xwedî dîrokek dûr û dirêj e.

Berpirsyartiya vê ji dikeve ser milê partî û hizbên siyasî.

Lê niha partiyên siyasî li dijê vê dagirkeriyê helwest nişan nadin.

Back to top button