Zeyneb Murad: Bêdengiya aliyên siyasî hiştiye ku dewleta Tirk êrîşên xwe dewam bike

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Kesayet û welatiyên başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bêdengiya aliyên siyasî û hikûmeta herêmê dihêle ku Dewleta Tirk dagirkeriya xwe berfirehtir bike.

Dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hem êrîşên xwe hem jî birîn û talankirina xwezaya herêmê jî dewam dike.

Heta niha tu helewestek fermî beramberî van êrîşna ne Hikûmeta Îraqê û ne jî ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê derneketiye.

Gel û hin alî û kesayetên siyasî beramberî vê yekê dengê xwe derdixînin û helweta xwe nîşan didin.

Der barê vê yekê hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji televizyona me de axivî û da diyar kirin ji ber bêdengiya aliyên siyasî dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Zeyneb Murad bang li hemû aliyên siyasî û rewşenbîr kir li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanî Ebdelah Mihemed jî ji Televizyona me re axivî û da xuyakirin ku ew bi riya çalakiyên gel helwesta xwe nîşan didin û bêdeng namînin.

Ebûbekir Helendî: Divê parlementoya Başûr li ser êrîşan bicive

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ebûbekir Helendî anî ziman ku parlamanentoya Herêma Kurdistanê li ser êrişên Tirkiyeyê hîn neciviyaye û eger necive jî ji bo dilxweşkirina dagirkeriya Tirkiyê ye.

Tevgera Goran jî di civîna bi şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK tekez kir ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya hewldanên KNK’ê dike.

Back to top button