Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî li ser gora xwe hate bibîranîn

Kongreya Îslama Demokratîk serdana gora Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî kir û wî bibîranîn.

Îro endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û alimên olî yên herêmê serdana gora Şêx Maşûq kirin û wî bi bîr anîn.

Li vir hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd axivî û got:

“Şêx Maşûq kesayetek şoreşger di hundirê oldarekê de bû.

Piştî dîtina wî ji 35 salên zilm û tundiya ku li ser gelê Kurd tê kirin û piştî serhildana 2004’an li Qamişlo êdî şoreşa di hundir wî de destpê kir.”

Mihemed Reşîd diyar kir dema ku Şêx Maşûq Elxeznewî bang li dunyayê kir ku rêzdariyê ji gelê Kurd re bigre, destê xiyanetkaran gihişt wî û ew şehîd xistin.

Qamişlo-Şêx Maşûq Xeznawî li ser gora xwe hat bibîranîn

Back to top button