Hikumeta Şamê derxistina welatiyan ji Sûdanê asteng dike

Bi gurbûna şerê li Sûdanê re, Rêveberiya Xweser bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî rabû û ket nav hewildanên derxistina welatiyên Sûrî yên li Sûdanê asê mane.
Rêveberiyê heta niha 3 geştên hewayî ji Xurtûmê derxistine.
Lê ev yek li xweşiya hikumeta Şamê nehat û di dema dawî de, dest bi astengkirina geştên hewayî yên ji Sûdanê ber bi Sûriyê ve kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, ku Rêveberiya Xweser heta niha 369 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sûdanê vegerandine.

Rêveberiyê diyar kir ku komîteyên taybet hewil didin welatiyên Sûrî yên li Sûdanê asê mane derxîne û wan bigihîne herêmê, lê hikumeta Şamê astengiyan derdixe û got:

Rayedarên hikumeta Şamê ji bo vegera welatiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mercan ferz dikin, propagandaya reşkirinê dikin û derxistina welatiyên Sûrî ji Sûdanê asteng dike.

Li gorî daxuyaniyê, hikumeta Şamê geştên hewayî bi şîrketên balafiran ên ku peyman bi wan re hatine îmzekirin, asteng dike.

Dîplomatekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyê got, hikumeta Şamê 2 geştên bê-pere bi rêya şîrketa  ‘Ecnihet Şam’ pêk anîn û herî dawî jî, 179 kes gihîştin balafirgeha Şamê.

Daîreyê anî ziman ku rastî berovajî wê ye, ji ber komîteyên Daîreya Têkiliyên Derve ev ger bi şîrketa Ecnihet Şam ên taybet re pêk anîye, da ku welatiyan bigihînin balafirgeha Qamişlo.

Lê rayedarên hikumeta Şamê nehişt şîrket welatiyan bigihîne Qamişlo û ji bo propogandaya li ser rewşa wan a mirovî, ew li balafirgeha Şamê danîn.

Her wiha geştên din ên şîrketan ku bi Rêveberiya Xweser re li hev kiriye, qedexe kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve dawiya daxuyaniyê got, ew li hember welatiyên li Sûdanê asê mane, pabendî erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî ne.

Rêveberiya Xweser: Me 341 Sûrî ji Sûdanê derxistine

Back to top button