
Piştî çend saetan ji agirbestê, çeteyên Dîfa El-Wetednî careke din êrîşî rêbendeke asayîşê li taxa Hilko kir.
Agirbesta ku bi navbeynkariya QSD û Hêzên Rûsyayê vê êvarê hat ragihandin, çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê bin pê kir û êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Hilko ya başûrê bajarê Qamişloyê kirin.
Çeteyên Dîfaa El-Wetenî çekên navîn û topên RBG di êrîşê de bi kar anîn
Li bajarê Qamişlo çeteyên Dîfa El-Wetenî ji roja Sêşemê ve bi armanca têkbirina aramiyê li bajarê Qamişlo êrîşî hêzên ewlekariya hundirîn kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê got, agirbest bi garantî û navbeynariya QSD û Hêzên Rûsyayê hate ragihandin, lê belê di heman rojê de hat binpêkirin.