Li Hewlêrê welatî nikarin gaza malê peyda bikin

Welatî li Hewlêrê di demsala zivistanê de bi gelek pirskirêkan re rûbi rû mane û ji bo girtina cerekî gazê heya derengiya şevê di sireyê dimînin.

Ji ber ku ceyrana giştî weke pêwîst nayê dayîn û hikumet neftê belav nake, rewşa jiyana welatiyan zehmet bûye.

Bi vê re jî qeyrana gazê heye.

Zêdetirî du mehaye qeyrana gazê li Komelgeha Cedîde ya bajarokê Xebat ya ser bi Hewlêrê ve heye.

Welatî her mehê bi zorê cerekî gazê peyda dikin û ji bo bigrin jî heta derengiya şevê di dorê de dimînin.

Hin welatî jî dibêjin ew 2 rojan dimînin lê dîsa gaz bi destê wan nakeve.

Back to top button